Pistîwan Sadiq: ‘Em rê nadin bi navê Ola Îslamê armancên siyasî bicih bînin’
PeyamaKurd - Li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Kurdistanê semînereke bi navê ‘Gotara Olî ya di navbera duh û îro de’ hat lidarxistin.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq jî di semînerê de gotarek pêşkeş kir û bal kişand ser derdorên ku bi rêya olê hewl didin felsefe û hizrên xwe yên taybet ên siyasî li ser civakê bisepînin.
Piştîwan Sadiq got: “Ol gelek ji wê mezintire ku hin kes tên û xwe dikin wek bilêvkirina rastiyên olî û hewl didin hin tişta li ser civakê ferz dikin û bi navê parastina çanda malbat û çanda kurdî. Lê di rastiyê de çanda kurdî, ol û malbat xwediyên xwe hene û xwediyên wê Yekitiya Zanayan û Zanayên mezin, hikûmet û em hemû xwediyên wê ne.”
Piştîwan Sadiq diyar kir: “Eger kesek wisa dizane ku mijarek pêwendiya wê bi têkdana malbat û civakê ve heye, wê demê pêwîste bi rêya xwe bixwe û partiya xwe ve berê xwe nedin hizra belavkirina tundiyê, di cihê wê de bila li gel Yekitiya Zanayan rûnên ku ew amade ne berevaniyê li çanda îslamê û civakê û malbatê jî bikin.”
Sadiq da zanîn; “Wezareta Ewqaf bixwe xwe wek parêzerê îslam û pêkvejiyanê dizane. Lê ger hin kes bi navê olê bixwazin hizra xwe ya taybet li ser xelkê bisepînin, ku xwedê girawî dixwazin pêkhateya malbat û civakê rast bikin, lê berevajî wê pêkhateya malbat û pêkvejiyana civakê têk didin û ji ber wê jî pêwîste rê li wan bê girtin. Ji ber civaka kurdî civakekî xwedî çande û bi salane ji aliyê niştimanî û exlaqî û çandî ve parastina wê çanda xwe ya xweşik kiriye.”
Di dawiyê de jî Wezîrê Ewqafê wiha axivî: “Em wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrastî didin hemû aliyekî ku rê ji wan kesan re nadin di bin navê ola îslamê de bên û xwe bikin parêzvanê ola îslamê, lê bin ve jî armancên xwe yên taybet ên îslama siyasî bicih bînin. Ji ber wê jî pêwîste eger kêmasî û ji rêderketinek jî hebe divê bi rêya yasa û saziyên fermî ve hewla rastkirina wê bê dayîn. Ne ku herkesek bêt û bi rêya hizr û îdeolojiya xwe ve hewl bide civakê ber bi aliyekî ve bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin