Oldaran li pês avahiya NY daxuyanî da: Bi navê îslamê êrîs dikin

10 November 2019 18:26 0 dîtin
Oldaran li pês avahiya NY daxuyanî da: Bi navê îslamê êrîs dikin

PeyamaKurd – Hejmarek oldarên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro li dijî êrîşên Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wan li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qamişlo çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de li ser navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk daxuyaniyek hat xwendin û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê hatin şermezar kirin.

Oldaran heriwah bang kir ku tawanên mirovahiyê yên Tirkiyê werin rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirkiye bi navê Îslame êrîşî Bakur û Rojhilatê Suriye dike û wiha hat gotin:

“Em wek oldar û zanistên misilman berpirsiyarin ku rûyê reş ê kesên niha ji xwe re dibêjin misliman derxînin holê. Emê li pêş Îslama ku dibêjin kuştin û qetilkirin tê de heye bisekinin. Emê carek din bi rêya Kongreya Îslama Demokratîk, Îslama pêximber derxînin holê.”