Stenbol | Li dijî avahiya HDPê êrîsa çekdarî, ji HDPê daxuyanî...

15 January 2020 19:56 0 dîtin
Stenbol | Li dijî avahiya HDPê êrîsa çekdarî, ji HDPê daxuyanî...

PeyamaKurd - Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya HDPê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro saet Çarşemê li demjimêr 15:00 li dijî avahiya HDPê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Piştî êrîşê li ber avahiya HDPê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

HDPê da zanîn ku 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin, lê baş e ku tiştek bi kesî nehatiye. Hat ragihandin ku piştî bûyerê kesek hatiye binçavkirin û li ser bûyerê lêkolîn berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrişên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrişên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk herta dawiyê bi kar bînin." 

Piştî bûyerê bi beşdariya parlamenter, rêveber û alîgirên HDPê, li ber avahiya HDPê ya Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn û êrîş hat protesto kirin.