Li Stenbolê kesekî êrîsî avahiya HDPê kir, Walîtiyê got: Ew dîn e!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kesekî bi navê Mehmet Beyazit, îro 21ê Sibatê ketiye nav avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê û xwestiye êrîşî kesên li hundir bike, lê êrîşkar hatiye rawestandin.
Li gorî daxuyana HDPê kesê êrîşkar dema ketiye nav avahiyê gotinên wekî ‘Hûn terorîst in’ kirine û ji aliyê endamên partiyê ve êrîşkar hatiye bêbandorkirin.
Herwiha li gorî endamên HDPê, êrîşkar gotiye ku du kesan ji bo êrîşî HDPê bike ew şandine.
Hat diyarkirin ku piştre endamên HDPê kesê êrîşkar radestî polîsan kirine û gilîyê wî kirine.
Walîtiya Stenbolê jî li ser kesê êrîşkar ragihandiye ku ew kes nexweşekî derûniyê (dîn) ye û ji gelek tawanên taciz, tehdît û her wekî din doz li ser hene. Herwiha Walîtiyê diyar kiriye ku navê wî kesî li nexweşxaneya derûnî ya Bakirkoy jî tomar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin