Avahiya HDPê ya Bahçelîevler a Stenbolê rastî êrîsê hat

28 December 2021 16:49 0 dîtin
Avahiya HDPê ya Bahçelîevler a Stenbolê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Kanûnê roja Sêşemê 2 kesan bi kêr û çekan êrîşî ser avahiya rêxistina HDPê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê kir.

Li gorî zanyariyan, herdu êrîşkar bi kêr û çekan ketine hûndirê avahiya partiyê û piştre êrîşî endamên HDPê yên di hûndir de kirine.

Hin çavkaniyan jî belav kiriye ku kesekî êrîşkar ketiye hûndirê avahiya HDPê û bi kêran endamekî partiyê birîndar kiriye.

Herwiha li ser medya civakî hatiye belavkirin ku êrîşkar ji endamên HDPê re qêriyaye û gotiye, ‘Ez ê we bikujim’.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşa ser avahiya HDPê beriya destpêkirina rûniştina dadgehê ya kuştina endama HDPê ya Îzmîrê Denîz Poyraz bi rojekê pêk hat ku 17ê Hezîrana 2021ê di nav avahiya HDPê ya Îzmîrê de ji aliyê kesê bi navê Onur Gencer bi çekê hatibû qetilkirin.