HDPê, li ser êrîsa li Stenbolê daxuyaniyek da

14 November 2022 16:00 0 dîtin
HDPê, li ser êrîsa li Stenbolê daxuyaniyek da

PeyamaKurd- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser êrîşa ku duh li Stenbolê çêbûbû, daxuyaniyek da. Rayedarên HDPê diyar kir ku ew ji ber vê êrîşê xemgîn bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Rêveber a Navendî ya HDPê ve hat dayîn de hat gotin ku ew ji ber wê êrîşa ku li Kolana Taksîmê ya Beyogluya Stenbolê hatiye kirin, di nav êş û xemgîniyeke kûr de ne û bi rêya vê daxuyaniyê, ji bo malbatên qurbaniyan û gel sersaxî xwestin û ji bo birîndaran jî hêviyên şîfayê araste kirin.

Duh danê êvarê, li Kolana Taksîmê jinek bombeyek danîbû û piştî teqîna bombeyê, 6 kesan can dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahiyên ji qada fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê ve hatin ragihandin jî duh bişev bi operasyonekê ew jina ku bombe danîbû, hatiye desteserkirin û hat diyarkirin ku ew jin ji Suriyeyê ye û pêwendiya wê bi PKK û PYDê re heye.