PKKê derbarê HDPê û Stenbolê de daxuyaniyek da: Kurd wê pistgiriya ‘wî’ bikin
PeyamaKurd – Hevseroka Konseya Birêveber a KCKê Besê Hozat diyar kir di hilbijartinên 23ê hezîranê de “ Kî li dijî bereya faşîst a AKP-MHP derkeve ew dê piştgiriya wî bikin, eger ew kesÎmamoglu be ew dê piştgiriya Îmamoglu bikin.”
Besê Hozat derbarê mijarê de ji ajansa nêzîkî PKKê re axivî. Hozat got, "li dijî bereya faşîst a AKP-MHP kî derkeve kurd dê piştgiriya wî bikin, eger ew kes namzedê Partiya Komariya gel (CHP) Ekrem Îmamoglu be ew dê piştgiriya wî bikin. Di vê helwesta kurdan de tu guherîn çênebûye. Berovajî wê li dijî bereya faşîst yekîtîyek û tifaqek heye. Kurdan bi awayekî zelal ev helwesta xwe nîşan daye.”
Piştî van daxuyaniyên Besê Hozat tê texmînkirin ku dê tifaqa CHP-HDPê di hilbijartinên 23ê hezîranê de jî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin