HDPê derbarê bûyera Pasûrê de daxuyaniyek da: Em sermezar dikin!
PeyamaKurd - Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli têkildarî teqîna Pasûrê daxuyaniyeke nivîsk dan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temelli derbarê teqîna li navçeya Pasûra Ameda bakurê Kurdistanê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî dan û bûyer şermezar kirin û teqez kirin ku bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Daxuyaniya Hevserokên HDPê wiha ye:
“Em êrîşa li Pasûra Amedê ku di encama wê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes birîndar bûne, şermezar dikin.
Em ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmetê û ji malbatên wan û ji gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.
Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê demildest bi awayekî bilez ji bo lêpirsînê gav bên avêtin. Em ji rayedaran dixwazin ku kiryarên vê bûyerê bibînin. Îro hevserokê rêxistina me binçavkirine û bi ser mala hevşaredarê me de girtine. Li şûna lêpirsînek micid li pey operasyoneke têgihînê ne. Ev serdegirtin jî îşareta vê yekê ye.
Em dixwazin li her bihosta vê axê aramî û aştî pêk were. Ji bo bibe cihek aram, helwest û sekna me ya siyaseta demokratîk û di qada civakî de tiştên bên kirin zelal e û hewldanên me yên di vî warî berdewam dikin.”
Hejmara kesên di teqîna Amedê de mirine zêde dibe
Bi hinceta teqîna Amedê Serokê şaxa HDPê û Midûrê Karûbarên Fenî hatin desteserkirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin