HDPê derbarê îstîfaya Ahmet Sik de daxuyaniyek da

05 May 2020 09:49 0 dîtin
HDPê derbarê îstîfaya Ahmet Sik de daxuyaniyek da

PeyamaKurd - HDPê derbarê îstîfaya parlamentere Stenbolê yê HDPê Ahmet Şik de daxuyaniyek da û diyar kir ku îstîfa biryara wî bi xwe ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di wê daxuyaniyê de amaje bi wê kiriye ku wan ji hilbijartinên sala 2018an ve, li gel Ahmet Şik kar kirine û ked dane. HDPê derbarê biryara îstîfayê de jî gotiye ku ew biryareke şexsî ya Ahmet Şik bi xwe bûye û hatiye diyarkirin ku HDPê dê li ser kar û xebatên xwe berdewam be.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik, duh li ser hesabê xwe ya mdya civakî peyamek belav kiribû û ragihandibû ku wî ji HDPê îstîfa kiriye.

Ahmet Şik ku aşkere kiribû wî roja 1ê Nîsanê biryara xwe ya îstîfayê pêşkêşî partiya xwe kiribû û rexne li rêveberiya HDPê jî girtin. Şik ji bo sedema îstîfaya xwe dibêje, Hevserokên Partiyê ne tê de, lê ji ber helwestên dûrî feraseta HDPê û nedemokratîk wî îstîfaya xwe daye ku ev jî biryara wî ya şexsî ya polîtîk e.