Di derbarê îstîfaya saredarê Pîranê de PDK-Bakur daxuyaniyek wesand

18 August 2020 13:07 0 dîtin
Di derbarê îstîfaya saredarê Pîranê de PDK-Bakur daxuyaniyek wesand

PeyamaKurd - Şaredarê Pîranê Felat Aydogan di hilbijartinên 31ê Hezîranê de li ser lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi kontenjana PDK Bakur beşdarî hilbijartinan bûbû û di wan hilbijartinan de serkevtin bi dest xistibû û weke Şaredarê Pîranê hatibû hilbijartin. Di 14ê Tebaxê de Serokê Şaredariya Pîranê ya Amedê yê ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Felat Aygoren ji partiya xwe îstîfa kir. Di derbarê îstîfaya wî de PDK-Bakurê îro daxuyeniyek belav kir. 

PDK-Bakur ragihand: “Çi pirsgirek navbeyna me û HDPê nîne. Em wek PDK Bakur girîngiyê didin têkilî û danûstendinan ligel partiyên siyasî, taybetî jî yekrêziya partiyên Kurd û Kurdistanî. Ji ber wê yekê biryara me ya stratejîk ya xebata yekrêziyê bi hêzên Kurd û Kurdistanî û hevkariya partiyên siyasî wê her berdewam be.”

Daxuyanî wiha ye:

RONÎKIRIN

JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

31ê Adar a 2019an de di hilbijartinên herêmî de ji bo berjewendiya gelê xwe bi biryareke stratejîk û siyasî ligel çend partî û hêzên Kurdan me tifaqeke hilbijartinê pêk anî. Li ser çend esasên siyasî û teknîkî me biryar da ku çend bajar û navçeyan de bi ser lîsteya HDP bikevin hilbijartina Şaredariyan. Li ser wê rêkeftinê namzeta me Felat Aygören bi rêjeya %51 bi serkeftî derçû û bû Şaredarê Pîran. Li gor esasên tifaqa hilbijartina herêmî endamên me heta îro bi xebateke hevbeş û hemahengî bi endamên meclîsa Şaredariya Pîran ya HDPê re rê ve dibin û ji vir şûnde jî wê ew hemahengî berdewam be.

Bi çarçoveya danûstendina me ya dawîn a ligel HDP em bi hevra gihêştin wê qeneatê ku endamê me Şaredarê Pîran Felat Aygoren li ser lîsteya HDP derkeve û bi ser navê PDK Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) xebata xwe berdewam bike.

Çi pirsgirek navbeyna me û HDPê nîne. Em wek PDK Bakur girîngiyê didin têkilî û danûstendinan ligel partiyên siyasî, taybetî jî yekrêziya partiyên Kurd û Kurdistanî. Ji ber wê yekê biryara me ya stratejîk ya xebata yekrêziyê bi hêzên Kurd û Kurdistanî û hevkariya partiyên siyasî wê her berdewam be. Serok û endamên me yê Şaredariya Pîran bi hemû aliyên siyasî ya endamên meclîsê ya Şaredariya Pîran, bi birayane û wekhev nêzîk dibe û li ser vê esasê dixebite. Hemû xebatên me ji bo  me ye. Ji ber wê jî em wek PDK Bakur li Pîranê ji bo hemû welatîyan dixebitin û wan bi dil û can himbêz dikin.

Ji ber çend gotegotan û agahiyên şaş me pêwîstiya vê ronkirinê dît.

Em wek PDK Bakur bangawaziyê gelê xwe dikin û têkez dikin;

Ji bo berjewendî û parastina destkeftiyên milletê Kurd û Kurdistanê, piştgirî bidin yekrêziya nav Kurdan, danûstendin û hevkariyan.

Em pê bawerin emê serbikevin. Paşeroj ya me ye.

18/08/2020

PDK Bakur (Platforma Demokratên Kurd)