HDPê derbarê daxuyaniya Ocalan a ‘bê alî bimînin’ de daxuyaniyek da

21 June 2019 10:45 0 dîtin
HDPê derbarê daxuyaniya Ocalan a ‘bê alî bimînin’ de daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Abdullah Ocalan ji bo hilbijartinên 23yê Hezîranê bang li HDPê kiriye û xwestiye ku ‘bê alî’ bimînin. Parlementerê berê yê HDPê Ziya Pir got ev îdia ne rast e, “bila tu kes îtîbarê bi nûçeyên wiha derew neyîne. Dengên HDP ji Îmamoglu re ne.”

Doç. Ali Kemal Ozcan bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê ji bi Ajansa Andoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Ihlasê (IHA) re axivî û nameyeke ku dibêje Ocalan nivîsandiye, xwend.

Li gorî heman nûçeyê Ocalan di nameya xwe de bang li HDPê dike ku di hilbijartinên 23yê Hezîranê de piştgiriya aliyekî nekin ango bê alî bimînin.

Ziya Pir ê HDPyî derbarê nûçeyê de daxuyaniyek da. Pir, ”Tiştekî ev qasî çors jî nabe.. Ferq kirin ku dê di hilbijartinê de têk biçin lewma nûçeyên wiha yên derew belav dikin. Bila tu kes îtîbarê bi van nûçeyan nîşan nede. Dengên HDPyiyan ji Îmamoglu re ne.”