Ji HDPê daxuyaniya hilbijartinên Stenbolê û hevdîtina Ocalan

13 May 2019 15:58 0 dîtin
Ji HDPê daxuyaniya hilbijartinên Stenbolê û hevdîtina Ocalan

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser hilbijartinên Stenbolê û mijara piştgiriya bo namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu û hevdîtina parêzan a bi Abdullan Ocalan re daxuyanî dan.

Wekîlê Serokê Koma HDPê li Parlementoya Tirkiyê Sarûhan Olûç îro duşemê li avahiya parlementoya Tirkiyê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Sarûhan Olûç di civîna rojnamevanî de partiyên opozîsyonê rexne kirin û li ser gotinên, Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên ‘Parêzer dikarin herin cem Ocalan’ got, “Heta birêz Bahçelî jî fikrê xwe beyan kir. Hûn partiyên opozîsyonê ne. Nabe ku hûn kiryarên deshilatdariyê yên dijhiqûqî nedîtî bibînin.”

Olûç nerazîbûn nîşanî biryara Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ya betalkirin û dubarekirina hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê nîşan da û got, “Biryara YSKê kotedayeke li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.”

Olûç derbarê helwesta HDPê di hilbijartinên Stenbolê yên 23yê Hezîranê de û piştevaniya namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu jî wiha got:

“Li ser vê mijarê di nav partiyê de civîn û gotûbêj hene, kengî gotûbêj û civînên me xilas bûn emê biryar û helwesta xwe eşkere bikin.”