HDPê bersiva nameya Ocalan da: Di hilbijartinên Stenbolê de...
PeyamaKurd - Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê nameya Serokê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku di helwesta partiya wan de tu guhertin çênebûye.
Hevserokatiya HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di stratejî û taktîka HDPê di hilbijartina Stenbolê de tu guhertine tune ye: “HDP di nava du aliyên tarîxî de nabe aliyek û di stratejiya xwe ya Rêya Sêyemîn de bi îsrar e. Di stratejî û taktîka HDPê ya di hilbijartina Stenbolê de tu guhertine tune ye.”
İki tarihsel blok arasında taraf olmamak ve Üçüncü Yol stratejisini kararlı ve ısrarlı bir şekilde sürdürmeye dayalı olarak HDP’nin İstanbul seçimlerine yönelik olarak seçim stratejisinde ve taktik adımlarında bir değişiklik söz konusu değildir.
— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) 21 Haziran 2019
Piştî daxuyaniyên Doç. Dr. Ali Kemal Ozcan ên derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 18ê Hezîranê, îro (21.06.2019) parêzerên Ocalan jî daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku Ocalan ji wan re gotiye di hilbijartinên Stenbolê de biryara dawî ya HDPê ye.
Eş Genel Başkanlarımızın Sayın Öcalan'ın mektubu hakkındaki açıklaması https://t.co/a87Ikn7fuc
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 21 Haziran 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin