HDPê beyannameya xwe ya hilbijartinên askere kir

16 February 2019 20:45 0 dîtin
HDPê beyannameya xwe ya hilbijartinên  askere kir

 PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temelî beyannameya hilbijartina herêmî aşkerekirin.

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li otelek Eneqereyê beyannameya hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an bi raya giştî re par ve kir.

Di daxuyaniyê de rexne li tayînkirina qeyûman hatiye girtin. Herwiha wiha hatiye gotin: “AKPê bi riya qeyûman, şaredarî desteser kirin! Îradeya gel gesb kir. Bi riya KHKyan şaredarî xistin bin hikmê xwe. Rêveberiyên herêmî xiste bin kontrola rejîma yekzilamî. Îradeya gel hate gesbkirin, şaredariyên ku bi îradeya gel hatî hilbijartin, bi riya KHKyan hatin desteserkirin. 96 şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Nêzî 15 hezar xebatkarên şaredariyê û 300 muxtar hatin îxrackirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclise yên bajar û navçeyan, bi hezaran rêvebir, endam û xebatkarên şaredariyê hatin girtin. “

Di beşekî din ê beyanameyê de hatiye gotin ku qeyûman beriya her tiştî êrîşî tabelayên kurdî, sûryanî, ermenî û erebî kiriye peyker û abîdeyên Roboskî, Ugur Kaymaz û Ehmedê Xanî hilweşandine. Navên Ceylan Onkol, Ekîn Ceren, Mehmed Uzun, Orhan Dogan, Tahir Elçî ji park û kolan û baxçeyan rakirine û kir navên tirkî li wan parkan hatine kirin. Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin pêşdibistan û kreşên kurdî yên girêdayî şaredariyê yên wek Zarokîstan, Xalxalok û Ferzad Kemanger hatine girtin. Saziyên jinan û rêxistinên sivîl hatin girtin. Êrîşeke mezin li ser dîrok, çand, ziman, hiş, bîra civakî û kelepûra kurdî hatiye kirin.

HDPê aşkere jî kiriye wê li gorî hişmendiya şaredarvaniya HDPê, ji bo pêkvejiyana gelan divê hemû xizmetên şaredariyan pirzimanî-pirzaravayî û pirçandî bin. Divê li Tirkiyeyê xizmetên şaredariyan bi zimanê kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Kirdkî), siryanî, ermenî, erebî, lazî be.