Ji HDPê peyama ‘Dengên Stratejîk’ bo hilbijartinên Stenbolê

20 June 2019 18:53 0 dîtin
Ji HDPê peyama ‘Dengên Stratejîk’ bo hilbijartinên Stenbolê

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê “Vexwendina dengên Stratejîk’ bang li alîgirên xwe kir ku 23yê Hezîranê biçin ser sindoqan.

Di vîdyoya ku li ser hesabên medya civakî yên HDPê de hatiye belavkirin de, bi sernavê ‘Vexwendina dengên Stratejîk’ bangewazî tê kirin û tê gotin, ji bo car din bi dengên xwe yên stratejîk bidin windakirin û pê qezenc bikin biçin ser sindoqan.

HDP herwiha di bangewaziya xwe de dibêje, ji bo piştgiriya têkoşîna aştî û demokrasiyê û desteka bo lêgerîna edalet û hiqûqê em hemû bi hev re 23yê Hezîranê biçin ser sindoqan.