Ji UNAMI peyama bangeseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

25 September 2024 19:39 0 dîtin
Ji UNAMI peyama bangeseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

PeyamaKurd - Nûneratiya Neteweyên Yekbuyî (NY) ya Iraqê UNAMI, li ser destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê peyamek belav kir.

UNAMIyê di peyama xwe de ragihand, ew pêşwaziyê li destpêkirina kampanyayên hilbijartinan dikin û hevî dikin ew prose bi aramî birêve biçe. 

Di peyama UNAMI de grîngiya bidestxistina jingeheke aram hate bibîrxistin di dema bangeşeyên hilbijartinê de û hate diyarkirin, ji bo ku dengdêr bikarin biryara xwe bidin, ew daxwazê ji hemû namzedan, aliyên siyasî û medyayê dikin, ji bo atmosfereke baş pêk were baldar bin daku tê de gotubêjên vekirî bêne kirin. 

UNAMIyê destnîşan kir, di vê hilbijartinê de girîng e ku dengdêr û berbijêr parastî bin, bi taybet ew jinên ku gelek caran di dema proseya hilbijartinê de rastî astengiyên cuda tên. 

Nûneratiya Neteweyên Yekbuyî ji bo hevkarîkirina Iraqê jî ragihand,  ew di piştevanîkirina hilbijartineke dadperwerane û zelal de berdewam in ku li gor daxwaza tevahiya gelê Herêma Kurdistanê be.