Ji HDPê daxuyaniya operasyona binçavkirinan û hilbijartinên 14ê Gulanê
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi navê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) dikeve hilbijartinên 14ê Gulanê, derbarê operasyona binçavkirina rojnamevan, parêzer, hunermend û siyasetmedaran de daxuyanî da.
HDPê li ser operaysona îro 25ê Nîsanê ya navenda wê Diyarbekir e û li 21 bajaran hatiye destpêkirin û li gorî zanyariyên dawî 126 kes jî hatine binçavkirin, ragihand ku armanca operasyonê dizîna îradeya dengdêran û sindoqên hilbijartinê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Desthilata AKP-MHPê ji ber tirs û xofê êrîşî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên civakî û opozîsyonê dike.”
HDPê da xuyakirin, desthilata AK Partiyê ku ji sala 2015an bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reş, rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û hemû êrîşan dixwaze temenê xwe dirêj bike, bi binçavkirinên vê sibehê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê, pêvajoya darbeyê daye destpêkirin.
HDPê herwiha destnîşan kir, AK Partî nikare bi vê operasyonê dîrokê berevajî bike û bang li alîgir û dengdêrên xwe kir ku li dijî vê operasyonê, beşdarîya xwe xebatên hilbijartinê xurtir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin