Ji HDPê bersiva muxatabiyê: Nabe rola Ocalan neyê dîtin!

24 September 2021 17:07 0 dîtin
Ji HDPê bersiva muxatabiyê: Nabe rola Ocalan neyê dîtin!

PeyamaKurd - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li ser nîqaşên derbarê muxatabiya pirsgirêka Kurd de ku bi daxuyaniyên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dest pê kiribû û Îmralî wekî organeke ne meşrû hatibû nîşandan daxuyanî dan.

Gunay da zanîn ku ew ê wekî partî 27ê Îlonê deklarasyoneke helwesta HDPê ya ku roniyê bide  pêşeroja Tirkiyê eşkere bikin û wê ew deklarasyona wan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan perspektîveke nû bide saziya siyasetê.

Gunay Îmralî destnîşan kir û got, ''Meseleya kurd piralî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.'' 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay diyar kir, ''Meseleya kurd bi esasî meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê ye. Bêyî ku meseleya kurd çareser bibe Tirkiye demokratîk nabe, heta ku Tirkiye demokratîk nebe meseleya kurd çareser nabe.''

Li ser mijara çareseriya bi rêya parlamentoyê jî Gunay got: ''Ji bo Ocalan, Parlamento ne tenê cihê ewlekirina pêvajoyê, herwiha cihê mayindekirina pêvajoya çareseriyê jî bû. Herwiha gelek caran gotiye ne tenê AKP, di serî de CHP hemû partiyên li Parlamentoyê divê tevlî pêvajoyê were kirin. ''

Gunay li ser rola HDPê jî got: ''HDP partiya Tirkiyê ye, weke li ser hemû meseleyên Tirkiyê, li ser meseleya kurd jî çareserî ji bo xwe weke peywirekê diyar kiriye. HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoveya demokratîk çareser bike. Çawa ku li ser hemû mijaran muxatab e, di vê meseleya giran de jî muxatab e.”