CHP: Nabe vexwendina HDPê tune bê hesibandin
PeyamaKurd- Piştî diyarkirina namzediya Serokomariya Tirkiyeyê ya Tifaqa Milet a Serokê Giştî yê CHPê, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar bang li Kiliçdaroglû kir ku ew li bendê ne ku bi hev re nirxandina namzediya hevpar bikin.
6 partiyên opozîsyonê ku wekî Tifaqa Milet li hev kiribûn, ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hilbijartin.
Li ser banga HDPê ku Mîthat Sancar bixwe li Kiliçdaroglu geriya û ew vexwend navenda HDPê ku li ser namzediya hevpar biaxivin, ji aliye CHPê ve bersiv hat dayîn.
Alîkarê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel bersiv da banga HDPê û got,
"Tiştekî normal e ku namzedekî serokomariyê welêt bi rê ve bibe, her partiyek siyasî biçe û diyar bike ka dê çi bikin. Serdan pêkan e. Ez cîgirê serokê koma meclîsê me. HDP jî wekî komên din partiyeke ku milet dengê xwe daye, 6 milyon deng stendiye û ji bo biçin li wê derê siyasetê bikin, deng dane. Nabe ku mirov tune bihesibîne û wekî xerîban nêzîk bibe. Ez berê jî ji bo ewlehiya hilbijartinê çûbûm serdana HDPê. Her wiha serdana navenda HDPê jî tê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin