Kemal Kilicdaroglu: Em HDPê tune nahesibînin, pêwîst be pê re jî dicivin!
PeyamaKurd – Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li ser rexne û nerazîbûna derbarê ne vexwendina HDPê bo civîna partiyên opozîsyonê de, daxuyanî da.
Serokê CHPê ji nivîskarê HalkTV Fîkret Bila re li ser mijara ne vexwendina HDPê gotiye, ew HDPê tune nahesibînin û dema pêwîst be ligel HDPê jî dicivin.
Kuliçdaroglu dibêje: “Nabe em HDPê û ti partiyeke din tune hesab bikin. Heger em wisa bikin ev ê nîşan bide ku baweriya me bi demokrasiyê nîne.”
Doh 12ê Sibatê li ser vexwendina Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Paşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu civiyabûn.
Piştî wê civînê bi daxuyaniyeke hevbeş li ser naveroka civînê hatibû ragihandin: “Ji bo avakirina Tirkiyeya dahatuyê me gaveke girîng avêt. Ji niha û pê de em bi biryarin ku qadên hevkariyê berfirehtir bikin. Em hemû bi hev re soza pêkanîna sîstema parlamenter a bihêzkirî didin û bi baweriya pêkanîna aştî, edalet û aramiya dahatuya nifşên bê pêşkeşî raya giştî dikin.”
Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî rexne li nebûna HDPê di wê civînê de girtibû û gotibû, tiştekî baş e lê divê ew partiyên ku ligel HDPê gotûbêjê nakin ji bo siberoja Tirkiyê çi planê dikin wê jî eşkere bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin