Kilicdaroglu: Ji ber bêbextî û derewan rewabûna encamên hilbijartinê tune ye!

01 June 2023 17:23 0 dîtin
Kilicdaroglu: Ji ber bêbextî û derewan rewabûna encamên hilbijartinê tune ye!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, piştî hilbijartina 28ê Gulanê ya serokomariyê yekem car bersiva pirsan da.

Kilicdaroglu li ser pirsa îstifayê got, "Wê Lijneya Rêveberiya Navendî, Meclîsa Partiyê nîqaş û nirxandinên xwe bike û em ê hemû bi hev re biryarê bidin û bi raya giştî re parve bikin.

Kilicdaroglu ji rojnamevan û nivîskar Fikret Bila re axiviye û li ser kampanyaya hilbijartinê ya Erdogan gotiye: "Deshilatdariyê kampanya xwe ya hilbijartinê li ser derew, bêbextî û kasetên montajkirî meşand. Ji gel re derew kir. Kesekî ji gelê xwe re derewan bike çawa dibe serokomar? Divê deshilatdarî û kampanyaya hilbijartinê ji ber vê bikeve bin lêpirsînê.”

'Divê hiqûqnas û îlahîyatnas nîqaş bikin'

Di dewamê de jî Kilicdaroglu daye xuyakirin, “Desteya Bilind a Hilbijartinan encamên hilbijartinê pesend kir, lê ev ji hêla ehlaqî ve rewabûna vê encamê tune ye. Herwiha me dît bê bi çi kesan deng dane dayîn. Hilbijêrên hawirde (îtxal) afirandin. Me dît ku kesên bi tirkî nizanin deng didin. Divê hiqûqnas û îlahîyatnas hilbijartinê ji aliyê rewabûna ehlaqî ve nîqaş bikin."