Ji Kilicdaroglu peyama dawî ya encamên hilbijartinê: Ez li vir im, emê heta dawiyê têbikosin!

15 May 2023 17:54 0 dîtin
Ji Kilicdaroglu peyama dawî ya encamên hilbijartinê: Ez li vir im, emê heta dawiyê têbikosin!

PeyamaKurd - Namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, piştî ku di gera yekem a hilbijartinên serokomariyê de bi ser neket, îro 15ê Gulanê li ser Twitterê peyamek belav kir û got “Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Paşê jî em dê rabin ser piyan vê hilbijartinên bistînin.”

Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: Gelê min ê hêja, em ji duh ve bê navber dixebitin. Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Piştre jî em dê rabin ser piyan tev bi hev re vê hilbijartinên bistînin. Di dawiya her tiştî de, wê tenê tiştê ku miletê me dibêje bibe.”

Herwiha Kilicdaroglu piştî wê peyama xwe jî vîdyoyek belav kir û tê de got, 'Ez li vir im li vir im. Welehî bilehî ez ê heta dawiyê li vir bim. Em ê heta dawiyê têbikoşin.'

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) îro 15ê Gulanê eşkere kir ku di hilbijartinên serkomariyê de Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,39, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,97 û Sînan Ogan jî ji sedî 5,21ê dengan wergirtine û hilbijartin maye gera duyem ku ew jî 28ê Gulanê roja Yekşemê birêve diçe.