Kemal Kilicdaroglu deng da: Ji bo ji rêveberiya otorîter rizgar bibin...
PeyamaKurd – Namzedê serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu, îro Yekşemê ji bo gera duyem a hilbijartina serokomariyê li dibistana Arjantîn a li Enqereyê dengê xwe bikar anî.
Kilicdaroglu piştî dengdanê got, “Ji bo em ji rêveberiya otorîter rizgar bikin û demokrasî were, bang li hemû hemwelatiyên me dikim ku dengê xwe bidin.”
Kemal Kilicdaroglu diyar kir, “Ev hilbijartineke gelekî zehmet bû û her cûre bêbextî û reşkirin hatin kirin. Xwedî li sindoqan derkevin. Wê hizûr û demokrasî bi vê hilbijartinê were welat. Rêz û hurmetên min ji bo hemû hemwelatiyên li sindoqan xwedî derdikevin, dengê xwe didin û mafê xwe diparêzin re hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin