Rêveberê HDPê: Kî pistgiriyê dide Kilicdaroglu bila bide, ji Erdogan xirabtir nabe!
PeyamaKurd – Piştî ku namzedê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, ji bo piştgiriya gera duyem a hilbijartina serokomariyê bi Serokê Partiya Zafer a neteweperest Umît Ozdag re li hev kir û mijara berdewamkirina qeyûman xist bin îmzeyê, helwesta HDP/Yeşil Sol Partiyê tê meraq kirin.
HDPê piştî ragihandina piştgiriya Ozdag bo Kilicdaroglu û belavkirina protokola wan, ji bo helwesta xwe diyar bike, kete civînê.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê Ahmet Saymadî, beriya encamdana civîna HDP û Partiya Çep a Kesk, li ser mijarê daxuyanî da.
Saymadî li ser hesabê xwe yê twîtterê got: “Neteweperest hem li eniya desthilatdariyê û hem jî di nava muxalefetê de cih girtin. ÎYÎ Partî şirîkê sereke yê CHPê ye û MHP jî şirîkê sereke yê AKPê ye. Me ev dizanî û piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu. Hevpeymaniya ATA jî bû du beş (ne du beşên wekhev) û cihê xwe girt. Cihê me diyar e.”
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê di dewamê de jî dibêje: “Kî piştgirya bide Kemal Kiliçdaroglu bila bide, wê ji Erdogan xirabtir nebe. Li gorî nêrîna me, heger Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de jî bi ser biketa, em ne li bendê bûn rewş xweş bibe û niha jî hêvî nakin. Hin kodên vê dewletê hin hene. Di navbera roja ku me biryar da, namzedê xwe dernexin û îro de ti guhertin çênebûye. Hêvî dikim Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve. Bi kêmanî hevsengiyeke siyasî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin