Almanya têkiliyên xwe bi Samê re normal nake û pistgiriyê dide bicîhkirina fuzeyan li Almanya
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Almanya li ser mijara normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Sûriyê re û bicîhkirina fuzeyên menzîla wan dirêj ya bicîhkirina li Almanya ya ji aliyê DYAyê tewrê xwe dubare aşkera kir. Li ser mijarê berdevkê wezareta karên derve yê Almanya Sebastian Fischer li Berlîna Almanya ji bo medyayê tîşkê xist ser her dû mijaran.
Mijarek jê ewe ku Almanya bi fermî naxwaze têkiliyên xwe bi Sûriyê re normal bike. Li ser plana bicîhkirina fuzeyên menzîldirêj yên li ser axa Almanya jî Fischer got:
“Rûsya bi salaye xwe bi çekên nuklerî xwurt dike û li Ewrûpayê şerekî dimeşîne. Divê em hemû Ewrûpa bertekê nîşanî Rûsya bidin. Daxwuyaniyên Rûsyayê çavên me natirsîne. Fuzeyên navborî ne ji bo li hinekan bixin lê ji bo hinek êrîşê me nekin, weke mêzênêye û ber li êrîşan digre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin