Scholz bersiva daxuyaniyên Erdogan da: Nabe bên tevlîhevkirin!

10 July 2023 19:45 0 dîtin
Scholz bersiva daxuyaniyên Erdogan da: Nabe bên tevlîhevkirin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axivî ku ji bo pejirandina endamtiya Swêdê bo NATOyê, wekî merc endamtiya Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê (YE) nîşan daye.

Scholz got ku ti pêwendiya endambûna Swêdê di Hevpeymaniya NATOyê de, bi endambûna Tirkiyê ya di Yekîtiya Ewropayê de nîne û nabe werin tevlîhevkirin.

Herwiha Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ji bo berfirehbûna YEyê pîvanên  pîvanên taybet hene û nabe bi mijareke din ve bê girêdan.

Koşka Spî jî piştgiriya da daxwaza Tirkiyê ya bo endamtiya YEyê û diyar kir, pêwendiya wan  bi mercê Tirkiyê yê ji bo endambûna di Yekîtiya Ewropayê de tune ye.