Daxuyaniya ÎYÎ Partiyê li ser hevdîtina Kiliçdaroglu-HDPê
PeyamaKurd – Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kiliçdaroglu ya derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya "Ez ê HDPê jî ziyaret bikim" nirxand.
Zorlu got, "Ji ber ku Kiliçdaroglu namzed e, ew ê bi hemû aliyên pêwendîdar ên welêt re bicive."
Zorlu têkildarî hevdîtina Kiliçdaroglu ya bi HDPê re diyar kir, "Em gelekî dixwazin ku ev nîqaş li cihekî bi dawî bibin. ÎYÎ Partî wê biçe tevahiya Tirkiyeyê. Ji aliyê başûrrojhilat ve em rastî bertekên erênî yên gelekî cidî tên. ÎYÎ Partî, partiyeke ku wê ya maqûl bike ye. Serokê me yê rêzdar di bernameya televizyonê ya rojên borî de diyar kiribû. Ger Partiya Gel a Komarî yan jî partiyên din bi partiyeke din re bicivin ji bo me tu pirsgirêk nîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin