Seroka ÎYÎ Partiyê: Hevdîtina bi HDPê re ne kêse ye
PeyamaKurd- Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener diyar kir ku Namzedê Serokomariya Trikiyeyê ya Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, wekî namzed dikare bi hemû partiyan re bicive û hevdîtina bi HDPê re jî ne kêşe ye.
Hevdîtina Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bi HDPê re ku dibe sedema nîqaş û guftûgoyên siyasî, ji aliyê Meral Akşener ve hat nirxandin. Akşener li ser vê yeke got ku
“Birêz Kiliçdaroglu, ne tenê HDPê serdana hemû aliyên siyasî dike. Herî dawî bi Birêz Huseyin Baş re hevdîtin pêk hanî û bi partiyên din ên siyasî re hevdîtin pêk hanîn. Ji ber vê yekê jî wekî namzedê serokomariyê, di wan hevdîtinan de helbet tu kêşe û ziyan tuneye.”
Meral Akşener got, "HDP demekê şirîkê AK Partiyê bû. Lê belê ji ber mijara ku gotibûn ‘Em ê te nekin serok’ bere şirîkatiyê ber bi dereke din ve çûbû.”
Akşener bi îdiaya ku HDP veguheriye amûrekê ku li ser kesên din wekî darekê tê bikaranîn û wiha got:
“Ji bo yek dengekî, hûn ê nameya Abdullah Ocalan bixwînin, hûn ê sekreteriyê bikin, hûn ê birayê wî derxin televîzyonê; li aliyê din hûn ê di rojnameya Yenî Şafakê de namzedên Kurd ên şaredariyê û endamên meclîsa bajaran ên ÎYÎ Partî û CHPê bi hejmara nasnameya wan eşkere bikin û bibêjin ‘PKKyî ne.’ Ev tiştekî gelek xeternak e.”
Akşener di derbarê pêvajoya ku ji ser Maseya Şeş Qorî rabûye de wiha got: “Linçeke gelek ecêb li min hat kirin û wiha got:
“Yên ku rojek berê têr nedibûn ku pesinê min bidin, roja din bi gotinên xwe yên kirêt ên li dijî rûmeta mirovahiyê bi ser min ve hatin, divê ez bibêjim ku ev yek ji bo min êbreteke mezin bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin