Seroka ÎYÎ Partiyê, rûnistina ligel HDPê red kir
PeyamaKurd- Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, li ser gotinên parlamenterê CHPê Gursel Tekin ên di derbarê HDPê de axivî û ragihand ku ew wekî ÎYÎ Partî, li ser maseya ku HDP lê be rûnanin. Li ser van nîqaşan, ji aliyê HDPê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û helwesta li dijî HDPê, hat redkirin.
2 roj beriya niha, parlamenterê CHPê Gursel Tekin di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku heger CHP bibe desthilatdar, dikare wezaretê bide HDPê. Li ser van gotinên Tekin, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener axivî û got,
“Maseya ku HDP lê rûniştî be, em li ser rûnanin. Ev hesasiyeta me dê berdewam be. Rayedarên partiyê, di derbarê mijarê de li ser hesasiyetên partiyê daxuyaniyên pêwîst dane.”
Li ser van nîqaşan, ji aliyê Wekîla Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş ve peyamek hat belavkirin. Beştaş di peyama xwe de got,
“HDPê, ligel tu kesî bazara wezaretê nekiriye û ji derveyî rêgezên ku diyar kirine, tu helwesteke wê ya din tuneye. Ligel vê yekê jî em dixwazin ji wan kesên ku bi nîqaşên ne rast û şêwazeke kirêt dixwazin HDPyiyan biçûk bixin bibihîzin bê ka dê çawa civakê hembêz bikin û dê çawa vî welatî bi rê ve bibin.
HDP jî wekî her partiyekê, rewa ye û heger piştgiriya xelkê bidest bixe, dikare vî welatî jî bi rê ve bibe û mafê wê jî heye ku vê yekê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin