IYI Partiyê pistgirî da gotinên Kiliçdaroglu yên derbarê Îmralî û HDPê de

21 September 2021 16:01 0 dîtin
IYI Partiyê pistgirî da gotinên Kiliçdaroglu yên derbarê Îmralî û HDPê de

PeyamaKurd – Hevpeymana hilbijartinan a Partiya Komarî ya Gel (CHP) IYI Partî, bertek nîşanî gotinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da ku gotibû, ew dikarin wek organeke meşrû ligel HDPê pirsa Kurd çareser bikin.

Wekîlê Serokê IYI Partiyê Musavat Dervişoglu li ser wê daxuyaniya Kiliçdaroglu ya rewabûna HDPê gotiye, "Wekîlên Serokê HDPê li parlamenê civînan birêve dibin û em hemû jî beşdarî wan civînên bi rêveberiya wan dibin. Ev jî bersiva herî baş a pirsa rewabûnê ye.”

Dervişoglu herwiha daye zanîn ku HDP partiyeke rewa ye û nîşaneya vê ya herî baş jî nûnertiya wê ya li parlamentoya Tirkiyê ye.

Dervişoglu piştgirî daye gotinên Kiliçdaroglu yên nerewabûna Îmraliyê û rewabûna HDPê û ew daxuyaniya serokê CHPê watedar nirxandiye.