Ji Erdogan daxuyaniya 'banga' Ocalan û hilbijartinên Stenbolê

25 June 2019 14:43 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya 'banga' Ocalan û hilbijartinên Stenbolê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro sêşemê di koma parlamenê ya AKPê de axivî. Erdogan derbarê mijarên rojevê de daxuyanî dan û li ser têkçûna hilbijartinên şaredariya Stenbolê ya partiya wî AKPê got, “Em ê mihasebeya wê bikin, bê me çima nekariye derdê xwe ji milet re bêjin.”

Erdogan herwiha got, “Di feraseta me ya siyasestê de, xeydan û dilmayîna ji gel nîne.”

Derbarê mijara belavkirina nameya Abdullah Ocalan beriya hilbijartinê bi du rojan jî Erdogan diyar kir, bicihneanîna banga ‘bêlayan’ bimînin ya Ocalan îşareta cudabûnên fikrî ye di nav rêxistinê de.

Li ser mijara S-400ên rûsî jî Erdogan da zanîn ku meha bê ew dê dest bi wergirtina wan bikin û beravajî gefên dorpêçan ên Amerîkayê got, “Mebesta wan li dervehiştina Tirkiyê ye ku hedefên xwe ji nû ve mezin kirine.”