PKKê derbarê serê Heftenînê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd -PKKê ragihand ku li Heftenînê 4 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, derbarê şer û pevçûnên li nav sînorê Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, roja 25ê vê mehê, demjimêr 12.30 gerîlayên HPGê li herêma Heftenînê girekî ku serbazên Tirkiyê lê bicih bûbûn kirine armanc. HPGê amaje kiriye ku di wê êrişê de 4 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.
Herwiha hatiye gotin ku piştî wê êrişê, balafirên şer ên Tirkiyê ew dever bombebaran kirine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh belav kiribû, di êrişeke bi hewanan de li Heftenînê 2 serbaz hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin