Hikûmeta Kurdistanê derbarê Tirkiyê û PKKê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihandinek li ser şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê belav kir. Di wê ragehandinê de hatîye: Daxwaz ji hikumeta Tirkiyê û çekdarên PKKyê dikîn nebin egera zîyan gehandinê bi welatîyên Herêma Kurdistanê.
Herweha hatiye gotin: Daxwaz ji dikîn selametî welatiyên Herêma Kurdistanê bihêt parastin û nabe welatîyên Herêmê bibin armanca bombebaranê.
Ev jî deqa wê ragehandinê ye:
Daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û çekdarên PKKyê dikîn nebin egera zîyan gehandinê bi welatîyên Herêma Kurdistanê. Cihê daxêye, îro ji encama burdûmana firokeyên cengîyên Tirkiyê li binara Qendîlê çend welatîye birîndar bûn û zîyana maddî jî ji wê burdûmanê çê bûye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de hevxemîya xwe li gel zîyan pêkevtîyên ewê deverê nîşan dide û nîgerane ji wê burdûmanê, daxwaz jî dikîn selametî welatîyên Herêma Kurdistanê bihêt paraztin û nabe welatîyên Herêmê bibin armanca burdûmanê. Hev dem daxwaz ji PKKyê dikîn rewşa welatîyan û bi taybetmendîya herêma Kurdistanê bixin berçavan û êdî nebin egera zîyan gehandinê bi welatiyên Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin