Erdogan derbarê serê PKKê û êrîsên ser Rojava û Basûr de peyamek belav kir

24 December 2023 10:58 0 dîtin
Erdogan derbarê serê PKKê û êrîsên ser Rojava û Basûr de peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî kuştina hejmarek leşkeran di şer û pevçûnên PKKê de û êrîşên artêşa Tirkiyê yên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, li ser medya civakî peyamek belav kir.

Erdogan di peyama xwe de sersaxî da malbatên leşkerên li di şerê li Başûrê Kurdistanê yê PKKê de hatine kuştin û diyar kir, her çi dibe bila bibe ew dê li Iraq û bakurê Sûriyê destûrê nedin hebûna PKKê.

Erdogan herwiha got, ew dê di têkoşîna xwe ya dijî PKKê de heta di çavkaniya wê de terorê ziwa nekin, ti carî paşde gav navêjin.

Li gorî medya Tirkiyê di nav du rojên dawî de, 12 leşkerên Tirk di şerê PKKê de hatine kuştin û şeva borî jî balafirên şer ên Tirkiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek dever bombebaran kirin ku di nav wan de binesaziya Rojavayê Kurdistanê jî hebû.