Erdogan: Êrîsa Duhokê wek êrîsên berê yên PKKê bû
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê êrîşa 20ê Tîrmehê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê de axivî û diyar kir: “Êrîşa Duhokê, wek êrîşên berê yên PKKê bû.”
Recep Tayyip Erdogan do Duşemê 25ê Tîrmehê di hevdîtineke televîzyonî de li ser êrîşa Zaxoyê got: “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû. Me ev yek ji birayên xwe yên li Iraqê re got, ji daxuyaniyên ku hûn didin agahdar bin. Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin, lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistina terorê ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ji ber topbarankirina devereke geştiyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan xelkê naverast û başûrê Iraqê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin