Rêveberê DAISê yê herî nêzîkî Bexdadî: Êrîsa Kobanê bi israra Erdogan bû

30 October 2019 18:31 0 dîtin
Rêveberê DAISê yê herî nêzîkî Bexdadî: Êrîsa Kobanê bi israra Erdogan bû

PeyamaKurd - Rêvebirê paye bilind ê DAIŞê Taha Abdurrahîm Abdûllah ku di destê HSDê de girtî ye, got ku di kêliyên dawîn de amadekariyên wan ên ji bo êrîşa ser Şamê, ji aliyê Bexdadî ve vegeriyaye ser Kobanî.

Li gorî nûçeya ANFê ku zanyarî ji HSDê wergirtine, Taha Abdurrahîm Abdullah gotiye: "Bexdadî xwest em êrîşê Kobanî bikin. Me îtîraz lê kir, lê qebûl nekir. Paşê em hîn bûn ku Erdogan israr kiriye."

Rêveberê herî nêz ê Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî û yek ji avakarê DAIŞê Taha Abdûrrahîm Abdûllah 23yê Adara 2019an li bajaroka Baxozê ya Dêrazorê ketiye destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

 Ew di mikûrhatinên xwe de li ser êrîşa Kobaniyê ya 13ê Îlona 2014an dest pê kiribû dibêje, "Me amadekariya şer dikir. Lê hedef ne Kobanê bû, pêşveçûna ber bi Şamê bû. Bexdadî xwest ku em êrîşê Kobanê bikin. Me îtîraza vê yekê kir. Lê qebûl nekir. Me windahiyên mezin li Kobanê dan. Me paşê hîn kir ku veguhastina berê me ya ji ser Şamê ya ber bi Kobanê ku ji aliyê Bexdadî ve pêk hat, li ser israra tirkan bûye. Tirkan xwestibû em êrîşê Kobanê bikin. Erdogan israr kiribû. Jixwe paşê ji bo bêdengkirinê, fermandarê vî şerî Ebû Yasîr Iraqî şandin Iraqê. Ebu Yasîr Iraqî ev yek ferq kiribû."

‘Ji bo mayîna Bexdadî cihê herî baş…’

Abdûllah di lêpirsîna xwe ya beriya operasyona kuştina Bexdadî de jî wiha gotiye:

"Ji ber hebûna qebîleya Dûalîm, dibe ku ji bo careke din damezirandina rêxistinê biçe çola Iraqê. Qebîleya Dûalîm qebîleyeke ku bi camêrî û sedeqata xwe ya ji bo rêxistinê tê nasîn. Lê ji ber ku di demên dawîn de hemû herêmên çolê ketine, piştgirî didin hikûmeta Iraqê û liv û tevgera Heşdî Şabî, dibe ku ev yek ji bo Bexdadî gefê çêbike. Ji ber vê sedemê texmîn nakim ku çola Iraqê tercîh bike. Li Idlibê gelek komên çekdar hene. Li wir nasîna wî zortir e. Dibe ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de bimîne. Ji bo Bexdadî cihê herî baş ew der e. Lê herêmên di bin kontrola Colanî de ji bo wî rîsk e."

‘Xelefê Bexdadî, Abdullah Qardaş nêzîkî Tirkiyê ye’

Abdûllah ji bo xelefê şûngirê Bexdadî, Abdullah Qardaş (Hecî Abdullah) jî van agahiyan dide:

"Ez difikirim ku Bagdadî li Îdlibê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ye. Diyarkirina Hecî Abdûllah a ji bo lîderiya DAIŞ'ê ji ber girêdana wî ya Tirkiyeyê ye. Jixwe birayekî Hecî Abdûllah li Tirkiyeyê dijî û di nav Enîya Tirkmenên Iraqê de cih digire. Bexdadî Hecî Abdûllah weke lîderê nû diyar kir û karên xwe ji nû ve sererast kir. Hecî Abdûllah navê "Ebû Omer Turkmenî" bi kar tîne. Derbdankirina navê 'Turkmen' ji bo qanihkirina Tirkiyeyê û kûrkirina têkiliyan e."

‘Kuştina Bexdadî ti bandorê nake’

Abdullah piştî agahiya kuştina Bexdadî jî wiha dibêje: "Bexdadî jixwe Hecî Abdûllah wek lîder tayîn kiribû. Kuştina Bexdadî ti bandor li ser ji nû ve birêxistinkirina DAIŞê ya di bin lîderiya Hecî Abdûllah de neke. Bexdadî jixwe karên xwe ji nû ve sererast kiribû û kesên ku ji bi hêztir bi rê ve bibin hene. Ew ê nesekinin."