Mezlûm Kobanî û Reutersê kustina kesê herî nêzîkî Bexdadî jî ragihandin
PeyamaKurd – Piştî ragihandina operasyona kuştina Serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî, kuştina kesê herî nêzî Bexdadî jî ji aliyê HSDê û ajansa Reutersê ve hat ragihandin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser twitterê ragihand ku kesê herî nêzîkî Bexdadî ku beriya operasyona kuştina wî jê re li cihekî veşartinê digeriya di operasyoneke hevbeş a HSD û Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) de hatiye kuştin.
Mezlûm Kobanî got ku kesê duyem ê nêzîkî Bexdadî û berdevkê DAIŞê terorîst Ebu El-Hasan El-Muhacir, bi îstixbarata HSDê û kordînasyona yekser a artêşa Amerîkayê li gundê Ein el-Baydah yê nêzîkî Cerablûsê hatiye kuştin.
Herwiha ajansa Reutersê jî nûçeya kuştina wî serkirdeyê terorîstê DAIŞê piştrast kir û bal kişand ser hevkariya HSD û Amerîkayê di wê operasyonê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin