Tirkiye naxwaze kustina 8 kesên sîvîl yên li Zaxoyê qebûl bike
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser bûyera ku li Zaxoyê pêkhat û di encamê de 8 kesên sîvîl hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn peyamekî sersaxiyê belav kir û got:
“Tirkiye li hemberê her êrîşên ku ji bo ser sîvîlan bikin radiweste.”
Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihandina xwe nivîskî kir û weha dewam kir:
“Li Iraqê li Zaxoyê li ber devê çemekî li gor tesbîtên ewilî 8 kes jiyana xwe ji dest dane û 23 kes birîndar bûne. Me bi xemgînî bûyerê bihîst. Di bûyerê de ji bo kesên wefat kirine ji Xwedê rehmet, ji bo dost û mirovên wan û dost xelkê Iraqê û hukumetê sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfa dixwazin.
Tirkiye têkoşîna xwe ya li dijî terorê li gor qanûna hûqûqê ya navdewletî dimeşîne û hesasiyetê nîşanî sîvîlan, heyiyên dîrokî û çandî dide. Êrîşên weka vê êrîşê, em weka karê terorê dibînin û van êrîşan nîşan didin ku welatê me di têkoşîna li dijî terorê de mafdare.
Tirkiye ji bo rastiya bûyerê derê ortê, amade ye ku her pêngavê bavêje. Em hukumeta Iraqê dawet dikin ku di bin bandora gotinên rêxistina terorê de ragihandinê nekin û em hjukumetê dawet dikin ku ji bo kesên êrîşê kirine, ji bo derên ortê, bi me re hevkariyê bikin.”
Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê de tê fêmkirin ku bûyerê dixe aliyê PKK ê. Di çapemeniyê de pirseka weha dertê pêş bê gelo di destê PKK ê de top an balafir hene ku heya topbaranê an bombebaranê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin