HSD: “Me 4 kesên girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê girtin”
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan tîmekî ji sîxwurên Tirkiyê girtine ku ji 4 kesan pêk tê. HSDê vê tîmê ji kuştina 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) berpirs digre.
Li gor ragihandina HSDê; her kesên sîxwur yên MİTa Tirkiyê ne û MİTa Tirkiyê li gor pêzanînên wan kesan şervanên YPJê Îman Mehmûd Derwîş, Canda Cûdî û Nûjan Ocalan, di 15ê Îlona 2023an de li Minbicê di bombebaranê de ji nav biriye.
Di lêpirsîna HSDê de ku li vê tora MİTê kiriye; desteserkirî gotine ku destê wan di kuştina 3 şervanên YPJê de heye û fermana xwe ji MİTa Tirkiyê sitendine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin