Jîngeha Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê kesên girêdayî rejîmê ve tê talankirin

17 April 2022 17:13 0 dîtin
Jîngeha Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê kesên girêdayî rejîmê ve tê talankirin

PeyamaKurd – Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, jîngeha Kurdistanê ji aliyê kesên girêdayî rejîma Îranê yên derfetçî û qezencxwaz ve tê talankirin ku ev jî bûye gefeke mezin li ser jîngeha Kurdistanê.

Çavkaniyên xwecihî ji Rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku di demên dawî de, gelek darên qiraxa çemê rêya Mehabad-Serdeştê ji aliyê kesên derfetçî yên bi ser rejîma Îranê ve hatine birîn û ciwaniya jîngeha deverê têk dane.

Darên derdora çem dîmenek ciwan li deverê çêdikirin û cihê geştiyariyê bûn, lê belê bi birîna wan daran jîngeh têk çûye û xelkê niştecihên deverê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Herwiha li Merîwanê darên jîngeha gundê Gêlî Keran jî bi heman awayî hatine birîn û xisareke mezin li ser jîngehê çêkirine.

Li aliyê din li bajarê Baneyê jî agir berdane daristanên jîngeha gundên Kanîsûr ê bi ser Kêlê û Enverê ku ji aliyê welatiyan ve ew agir hatiye vemirandin.