Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kesên din ji Covid-19 can dan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Îranê amarên dawî yên vîrusa koronayê ragihandin ku di 24 saetên dawî de 134 kesên din can dane û hejmara giştî ya miriyan jî li seranser Îranê gihîştiye 3 hezar û 294 kesan.
Li gorî amarên wezaretê, li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane.
Di 24 saetên dersabûyî de 29 kesên din li parêzgeha Sineyê tûşî koronayê bûne û hejmara giştî ya tûşbûyan gihîştiye 587 kesan û li Sineyê hejmara kesên can dane jî bûye 71 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin