Rusya: Em fêm dikin ku Tirkiye naxwaze Kurd daxwaza dewletê bikin

18 January 2023 18:00 0 dîtin
Rusya: Em fêm dikin ku Tirkiye naxwaze Kurd daxwaza dewletê bikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, her sal civîneke çapemeniyê li dar dixe û tê de geşedanên sala borî ya siyaseta derve ya welatê xwe de dinirxîne.

Sergey Lavrov, di civîna çapemeniyê ya salane de li ser geşedanên sala 2022yan, rewşa siyasetê nirxand. Lavrov di axaftina xwe de qala têkiliyên Tirkiye û Suriyeyê jî kir û got,

“Hûn dizanin ku Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Suriyê re asayî bike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan amade ye bi Serokomarê Suriyeyê Beşar Esad re bicive. Ji me jî alîkariyê xwestin.

Bi alîkariya Rusyayê, wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Suriyeyê li hev civiyan û niha jî amadekariyên civîna ku dê wezîrên derve li hev bicivin tê kirin.

(Yek ji pirsgirêkên sereke ku rê li ber asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Suriyeyê digire) jî Îdlîb e.

Peymana ku dibêje mayîna terorîstan li Îdlibê nayê qebûlkirin, divê bê cih. Li bakur rojhilat jî divê têkilî di navbera dewlet û kurdan de bê destpêkirin.

Em fikarên hevkarên xwe yên Tirk ên di vê mijarê de fêm dikin. Em têdigihin ku berovajî Amerîkayê, Kurdên li vir dixwazin li Bakurê Suriyê nîvdewletekê ava bikin û bi rêwerzên Washingtonê re her tim aloziyan çêkin, ev yek jî aliyê Tirkiyeyê bêzar dike.”

Lavrov li ser pirsa Ukraynayê got,

“Tenê li ser Ukrayna û li ser Ukraynayê axaftin bi Rojava re bêwate ye. Em dixwazin bi welatên rojavayî re di diyalogê de bin ku tê de aliyê din rastgo be û heger rojava ji bo dan û stendinên li ser Ukraynayê pêşniyazek cidî pêşkêş bike, em amade ne ku her yek ji van pêşniyaran binirxînin.

Rojava bêyî beşdariya Ukraynayê li ser navê Ukraynayê biryaran digire. Ne pêkan e ku bi Serokê Ukrayna Zelensky re li ser şertên ku wî danî, dan û stendinan bikin.”