Adil: Em daxwaz dikin Tirkiye û PKK rêz li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bigrin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê nîşan da.
Cotyar Adil di daxuyaniyê de diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û ziyangihandina sirûşta Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî Hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna darên li deverên sînorî bînin û ev nayê qebûlkirin.”
Adil da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, teqez dike ku hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li deverên sînorî, bûye sedema hatina hêzên Tirkiyê û derketina şer û pevçûnan di navbera her du aliyan de, loma em daxwaz dikin ku rêz li serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bigrin û êdî nişteciyên van deveran nexin nav êş û awarebûn û malwêraniyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin