Kurdistan û Tirkiye têkiliyên xwe nûjen dikin!
PeyamaKurd- Berdevkê Serokwezîrê Kurdistanê Sefîn Dizayî got ku di navbera her du dewletan de hevkarî û pêwendiyên qaîm têne avakirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li paytextê Tirkiyê li Enqerê, wê beşdarî civîna Serokomarê Tirkiyê bibe.
Berdevkê Serokwezîrê Kurdistanê Sefîn Dizayî got ku em ê li Enqerê beşdarî merasîma sûnda Serokomarê Tirkiyê bibin. Di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de hevdîtin pêk nayê lê belê di navbera me de pêwendiyên baş hene. Bi taybetî jî di Nîsana 2017an de hevdîtina Serokwezîrê herêmê û Serokomarê Tirkiyê pêwendiyên me pêşdetir birin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin