Îdiaya "Rêberê Hamasê Yahya Sinvar di êrîsa Îsraîlê de mir"

23 September 2024 10:38 0 dîtin
 Îdiaya "Rêberê Hamasê Yahya Sinvar di êrîsa Îsraîlê de mir"

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl li ser îdiaya ku dibe Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Yahya Sinwar di êrîşên li Xezzeyê de miribe, lêkolînan dike.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê de hat lêkolînkirin ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Sinvar di êrîşên dawî yên Îsraîlê de hatiye kuştin yan na. Lêbelê, hate gotin ku îstîxbaratek piştrastkirî tune ku piştgiriyê bide vê îdîayê.

Herwiha hat şîrovekirin ku ajansa ewlehiyê ya Îsraîlê "li ser ku Sinwar têk çûye yan jî jiyana xwe ji dest daye dubendî bûye."