PKKê û TSKê derbarê serê Xakurkê de daxuyanî dan
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê operasyonên herêma Xakurkê ku dikeve herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û îdia kir ku 3 PKKyiyan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî, derbarê ‘Operasyona Pençe’ ya ku 27ê Gulanê destpêkiribû daxuyaniyek da. Di wê daxuyaniyê de hatiye îdiakirin ku 3 PKKyiyan canê xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve milê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku balafirên şerî yên artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopterên Kobra herêma Xakurkê û hin deverên din ên derdorê bombebaran dike. HPG derbarê ziyanîn canî de tu hejmar eşkere nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin