‘Ji ber serê Tirkiye-PKKê hejmara gestiyaran kêm bûye’
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber gurbûna şerê artêşa Tirkiye û PKKê li nav erdên Herêma Kurdistanê, hejmara geştiyaran kêm bûye.
Berpirsê Komelgeha Geştiyarî ya Avaşînê Herman Kerikî ragihand, bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê, hejmara geştiyaran kêm kiriye û got, geştiyar bi berdewamî tên geliyê Şêranê û navçeyê, ewên tên jî piraniya wan malbatên Iraqî ne.
Herman Herikî da zanîn: “Niha ji ber bombebarana artêşa Tirkiyeyê û şerê li dijî PKKê hejmara geştiyaran kêm bûye. Yên ku tên, tenê geştiyarên Ereb in. Kurdên me ji ber metirsiya şer nayên herêmê.”
Herikî diyar kir, “Geştiyar tên geliyê Şêranê, lê ez texmîn dikim ku ji ber du sedeman, geştiyar kêm bûne, ew jî metirsiya bombebarankirina van deveran û hatina Aşûrayê ye.”
Serokê Komelegaha Geştiyarî ya Aveşînê ji K24ê re gotiye: “Hejmara geştiyarên Kurd ên ku tên geliyê Şêranê ji sedî 80 kêm bûye û geştiyarên ji başûr û navenda Iraqê jî ji sedî 50 kêm bûye”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin