Dîndar Zêbarî: Ji ber serê Tirkiye û PKKê zêdetirî 800 gundên din vala bûn

22 September 2021 17:39 0 dîtin
Dîndar Zêbarî: Ji ber serê Tirkiye û PKKê zêdetirî 800 gundên din vala bûn

PeyamaKurd – Li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên artêşa Tirkiyê û PKKê zêdetirî 800 gund vala bûne û bê xizmet mane.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, şer û pêvçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiy de li sînorê Başûrê Kurdistanê, bûye sedema koçberbûna bi sedan welatiyan û ziyan gihîştiye can, mal û milkên wan.

Zêbarî da zanîn, ji destpêka îsal û heta meha Tebaxê 165 êrîşên asmanî, 274 guletop, 6 êrîşên serzemîn hatine kirin, di encamê de zêdetir ji 800 gund vala bûne û bê xizmet mane.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir, ti aliyekî niştimanî yan navdewletî destpêşxer nebûne ji bo gihîştina bi encamekê, ji bo qerebûkirina wan welatiyên ku mal û milkên wan wêran bûne.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwaz kir, şer û aloziyên li navçeyên sînorî bi dawî bibin.