General Zêbarî: Iraq nikare ti gaveke pratîkî ji bo kiryarên Tirkiye û PKKê bavêje

21 July 2022 19:38 0 dîtin
General Zêbarî: Iraq nikare ti gaveke pratîkî ji bo kiryarên Tirkiye û PKKê bavêje

PeyamaKurd - Sererkanê berê yê artêşa Iraqê General Babekir Zêbarî, piştî êrîşa Tirkiyê ya ser geştiyaran li Zaxoyê da xuyakirin, Iraq ji bilî derxistina daxuyanî û helwesta ser kaxezê nikare ti pêngaveke pratîkî li dijî kiryarên Tirkiye û PKKê bavêje.

Sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji da zanîn, Tirkiye û PKK bi wî şerê xwe bûne metirsî li ser jiyana welatiyan li Kurdistan û Iraqê. Ew her du alî dikarin bi hêsanî vî şerî ji Herêma Kurdistanê derxînin.

Zêbarî ji BasNewsê re gotiye, rojên ku em li çiyê bûn, em ti carî nebûn bargiranî li ser kurdan li Kurdistanên Îran, Tirkiye û Sûriyê. Bila PKK jî wisa bike. Lê ji ber ku darê destê dijmin in, ziyanê digihînin Herêma Kurdistanê û xelkê wê.

General Zêbarî destnîşan kir, Tirkiye xwedî hêzeke mezin e û wiha pê de çû, “Madem Tirkiyê sînorên xwe bi Sûriye û Iraqê re tund kiriye, karê wan li nav xaka Kurdistan û Iraqê de çî ye!? Mixabin behaneya vê yekê jî PKK dide destê wan, ji ber wê jî şer tînin navçeya me.”

Babekir Zêbarî li ser helwesta hikûmeta Iraqê jî diyar kir: “Hikûmeta Iraqê ji bilî derxistina daxuyanî û helwesta ser kaxezê nikare ti pêngaveka piratîkî li dijî kiryarên PKK û Tirkiyê bavêje. Ma ne dixwastin rewşa Şingalê çareser bikin. Lê nekarîn. Mixabin Bexda şiyana wê yekê nîne. Gelek caran di navbera PKK û artêşa Iraqê de şer derdikeve, çekdarên Iraqî pişta PKKê digirin! Tirkiye û PKK guh nadin ti kesî û dibin sebeba karesatan.”