Hosyar Zêbarî: Ti hêzek nikare valatiya ku Amerîka bihêle li Iraqê tije bike

16 November 2021 16:08 0 dîtin
Hosyar Zêbarî: Ti hêzek nikare valatiya ku Amerîka bihêle li Iraqê tije bike

PeyamaKurd - Endamê Polîtbûroya PDKê û wezîrê derve yê berê li Iraqê Hoşyar Zêbarî, îro Sêşemê di Korbenda Asayîş û Aştiyê ya Zanîngeha Amerîka Kurdistanê li Duhokê de gotarek pêşkeş kir.

Hoşyar Zêbarî got: "Ez dixwazim di vê formê de bi cîdî behsa pêşeroja Iraqê ya piştî helbijartinan em bikin. Tişta di vê heyamê de hatiye hestpê kiirn ku ewqas welatan li navçeyê hegemonya xwe hene, hewl bo bicîh kirina hêz û siyaseta xwe ya li navçeyê dikin, lê naha rewş guhertiye. Ji ber wê hin hêzên din dixwazin cîhê Amerîkayê bigrin.’’

Zêbarî destnîşan kir, "Bi nêrîna min ti hêzek nikare wê valatiyê tejî bike ku Amerîka dê bicih bihêle. Ev gotina min li ser ezmûnên dema borî ye, ji ber wê ez dibêjim."

Derbarê pêşeroja Iraqê de Hoşyar Zêbarî got: ‘’Divê zêdetir em behsa rewşa Iraqê ya piştî helbijartinan bikin. Divê em ji xwe bipirsin ku naha em di kudera guhertinan de ne. herçend min guhdarî gotinên Emar Hekîm kir jî, lê li gel rêz girtinê jî dibêjim dibe ku hin tişt hevdu negrin. Lê me helbijartin bi rêkeftina aliyên Iraqî ve pêkanî, kes nikare bibêje me piştgiriya proseya helbijartinê nekiriye.’’

Hoşyar Zêbarî diyar kir: ‘’Beşek piraniya aliyên siyasî yên Iraqê deng li ser nûjen kirina yasaya helbijartina Iraqê daye. ji bo wêne bo bazinên biçûk, yan bazineyên berfireh, wan daxwaz kir em dijî bûn, em dijî wê yasayê bûn. Lê di encamê de me razîbûn li ser nîşan da, wan daxwaza komîsyoneke nû û daxwaza sîstema dengdana elektronîk kir, daxwaza çavdêrên navnetewî kirin û Netewên Yekbûyî jî ji bo çavdêriya proseyê nûner şand.’’

Zêbarî got: ‘’Em wek rêveberên Iraqê ji bo hilbijartina Iraqê me daxwaz kir belgenameyekî şerefê îmza bikin, ku helbijartinê de binpê kirinê em nekin, hemûyan ew qebûl kir, ji ber wê jî asayî ye encamên helbijartinê bi dilê hemû aliyan nebe. Lê bi nêrînna me û bi li xwe mukir hatina gelek aliyan, helbijartinekî paqij û bê qirêjî li Iraqê, elbet herçend hin pirsgirêk di amaran de hebin jî, lê behsa sextekariyê hate kirin. Piştre gelek lêkolîn hate kirin, hin têbinî jî hebûn ku amar nehatine xwandin.’’

Hoşyar Zêbarî da zanîn: ‘’Encamên vê hilbijartinê naverok û daxwazên gelek hêzan derxist, ev sîstem jî pir li ser wê naçe ku te çend deng bidest anîne, ya giring ew e ku te çend kursî bidest aniye. Ji bo wêne li welatekî wek Amerîkayê de Hillary Clinton bi dengê gel serkeft, lê li hember wê Donald Trump bi hejmara kursiyan ve li kongrê serkeft, ji ber wê divê em wan rastiyan û kiryarên vê sîstem û proseyê jî binêrin.